Derbarê me

BIZAVA AŞTIYA NAVXWEYÎ – BAN
Bizava Aştiya Navxweyî, piştî xebatek dûrûdirêj, li 14.06.2016, bi konferansek çapemenî hate aşkerakirin (ragihandin).
Ew ji hijmarek kesayetiyên navdar , ji her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pêktêt.

TAYBETMENDIYÊN BANê:
Bizaveke felsefî, aştîxwaz û medenî û serbixwe ye.

BAN BAWER DIKÊ KU:
– bi saya aştiya navxweyî, civak bi pêş di keve, dad û maf têne parastin, bextewerî û tenahî bi hêz û belav dibin.

– ji ber lawaziye zêhniyeta aştiya navxweyî di nav civata Kurdî de, di nav hêzên siyasiyên Kurdistanî de, gelê Kurd ji kevin de û niha jî ne karî bû mafên xwe yên rewa misoger bike.

– ji bo ku aştiya navxweyî cîbicî bibe,pêwîste ku zihniyet a wê di çanda civakî û siyasî bi cî bibê.

– pêwîste ku hêzên siyasî yên Kurdistanî vê zêhniyetê bi afirînin (çêkin) û di jîyana sîyasî de bi kar bînin, eger ev yek ne be ew nikarin mafên gelê Kurdistanî û azadiya wî bistînin..

ARMANCÊN SEREKE:

A- Aştiya civakî:

1-BAN dixebite da ku çand û zêhniyeta aştiyê di civaka medenî de, li nav û derveyî welat belav bike.

2- BAN di xebite da ku zêhniyeta dijhevî , quretiyê û zerera wan ji civaka Kurdistanî bi dûr bixê, lewma ew we di kê ku ji ber hevrikiya du zarokan, bi sedan kes dikarin şerê hev bikin, hev bikujin û eşîran yan malbatan bo hev bikin dûjmin, heta mumkune, ji ber nakokiyek pir piçûk arêşên mazin peyda-abibin û bi dehan mirov bêne kûştin û brîndar kirin.

3- ji ber vê zêhniyetê her sal bi sedan jin , keç têne kuştin yan îşkencekirin.

B. Aştiya siyasî:

BAN dixebite ku:

1- arêşe û qeyranan, di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanî de û di navbera hêzên herçar parçeyan de, di riya diyalogê û li ser bingehên berjewendiyên neteweyî û bê tundûtûjî, bêne çareserkirin.

2.aştî, hevrumetgirtin, û dostîtî li ser hemo astan , di navbera gelê Kurdistanî û gelên Arebî, Tirkî û Farisî de, her xweş geş û berdewam bin.

3.BAN piştevanî didete hêzên siyasiyên Kurdistanê jibo ku doza kurdî birya aştiyê û diyalogê, bê tundutîjî bête çareserkirin.