Nameyek vekirî ji layê Bizava Ashtiya Navxweyî bo Hêzên siyasî li Bashurê Kurdistanê

Views: 144

Ve demê hemo gelên cihanê, li Rojhelata-Navîn û li herêma kurdistanê, ji ber nesaxiya Kovid19 , di qeyranek mazin da ne. Xishên (tesîr) xirab yên vê arêshê di warên aborî, malî, civakî, siyasî û çandî da dê bo demek dirêj hebin.Ji ber vê yekê pasherojek sext û dijwar ya li benda mirovatiyê û gelan, di nav wan da gelê kurdistanê. Li hemberî vê arêshê pêdivîti bi hevgirtin, berpirsyariya hevbesh, yekîtiya netewî,parastina ashtî û asayisha navxweyî, heye. Minxabin em di vê rewsha dijwar da dibînîn ku li herêma kurdistanê girjiya siyasî heye û partiyên siyasî li nav hukumetê û opozisyunê, nakukiyan kûr dikin. Gotara sitasî û rojnamevanî we diket ku dabeshbûna siyaseta navxweyî zêdetir bibe. Herwesan endam û medya civakî benzînê dirijîne ser agirî. Metrirsiyên ciddî li ser seqamgirî, ashtiya siyasî û civakî diyar dibin. Ji ber vê yekê em weku Bizava Ashtiya Navxweyî-BAN, di çarcova xebatên cwe bo ashtiya navxweyî û hestkirin bi berpirsyariya tarîxî li ser milên me, tishîshiya xwe li hember van aloziyên siyasî ku evro li herêma Kurdistanê hene, diyar dikin û ji bo Kurdistan ji van aloziyan xilas be, dawadikin ku: 1. Partiyên siyasiyên kurdistanî bo bercewendiyên netewî, tenazulan bo hev bikin û bi diyalogê kêsheyan careser bikin. 2 Her partiyek ji layê xwe ve, nehêle ku ragehandina wan bibe sebebê çêbûn û belvbûna kerbûkînan. 3 Encumenek netewî bala û sebixwe bo cafdêriyê li ser dezgehên ragehandinê bihête dameziriandin û parlment endamên wê dest nîshan biket. Ew desre berdewam cavdêriyê li ser dezgehên çapemeniyê biket û ne hêlîtt ku ew rêbaz û exlaqê rojnamevaniya azad û berpisyar binpêbikin. 4. Hemo layanên siyasî daxweyaniyên ashtiyane di demên pêwist da, zû bidin. 5. Mêkanizmek xurt û hevbesh bo danandina sitratejiya netewî û berdewam bihête damezirandin û bi shêwazek netewî û ne bi partiperestî kar biket. Dr. Musa KAVAL Bizava Ashtiya Navxweyî-BAN 12.05. 2020