PÎROZBAHÎ LI TIFAQA PYD Û ENJS Ê

Views: 153

Em pir shad û bextewarin ku PYD û ENK di navbera xwe da tifaqek siyasî kirin. Bizava ashtiya navxweyî-BAN, ji dil û can pirozbahyê li ENKS ê, PYD ê û li hemo layan dike. Her wesan vê tifaqa dîrokî li hemo gelê Kurdistanê, nexasime li Rojava, li hemo gelê Suriyê û pêkhatiyên vî welatî yên ayînî û etnîkî pîroz dike. Hivîdarîn ku di zûtin dem da, tifaqên din yê pêwîst û peywendîdar, li ser astên din yên îdarî, leshkerî, aborî bêne kirin û bêne binecihkirin. Bi vê delîvê, em ji dil pênasîn û sipasiyên mazin bo dewletên Yekgirtiyên Amrikî û Dewleta Fransa dikin, jibo rola wan ya pir giring tarîxî, însanî û bêhempa bo binecihkirina vê tifaqê. Em ji van herdu dewletên demokrat hîvî dikin ku berdewambin bo temamkirina hemo tifaqên pêwist di navbera hêzên kurdî da û hîvîdarin ku ew hemo wesîle û îmkanan jibo binecihkirin, befiraejkirin û berdewmakirin vê tifaqî bikarbînin. Bê guman hemo gelê Kurdistanî, li her derekê jibo van dewelên navborî, bi vê yekê bexetawar e, minetdar e, ji dil û can li bendê ye ku ev tifaq bigehe encamên erênî, em hêvî dikin ku ew vê carê zêdetir giringiyê bidene umud, hest û daxzawên gelê me . Em hîvîdarin ku hemo layanên kurdistanî, nexasime partî û hêzên siyasî, bê teredud û bê hisab û armanceên xwe yên taybet, pishgiriya vê tifaqê bikin û hemo imkanên pêwsi bo serkeftina wê terxan bikin. Gelê kurdistanê bi gishtî û li Rojava welatê me, bi taybetî di pêvajoyek metirsîdar û hestiyar da derbaz dibe. Pishtî vê nasaxiya Koronaverus, pir tisht di cihanê da û li Rojhekata-Nâvîn, dê bihêne guherîn. Di dema were da , duriyanên metirsîdar li pêshîya pir welatn hene. Bê guman hêzên siyasî yên Kurdistanê mecburin li duryanek siyasî, derbaz bibin û rêyekê ji duyan bigirin. Ji ber vê yekê, erkên mazin dikevin li ser milên wan partiyan. Rêya partiperestî, pir shashe û dê gelê Kurdistanê ber bi pasherojek metirsdar, tarî û bê veger ve bibe. Bes riya tifaq û hev qebulkirin bo bercewendiyên gelê kurdistanê dê Kurdan ji felaketên mazin xilas bikin.

Dr. Musa Kaval

Bizava Ashtiya Navxweyî-BAN 07. 05.2020