Serokê BAN semînarek liser aştya navxweyî di kolîja Zanstên Islamî de pêş kêş kir

Views: 190

roja 26/1/2020 bi amadebûna Dr. Qadr Qeşurî cêgrê serokê bizava aştya navxweyî”BAN” û Mihemed Hemo û Osman Başqalî endamên BAN û hejmareke mezin ji mamosta û xwandevana, senterê Selhedînê Ewbî bo lêkolînên îslamîm, bihevkarî ligel bizava aştya navxweyî semînarek bo berêzan Dr. Musa Keval serokê bizavê û Dr. Cemal Surçî mamosta li kolîja zanstên îslamî lidur aştya navxweya civakî binêrîna îslamê ـ emraz û kartêkirin li hola kolîjê lidar xist.

 Di vê semînarê de ji destpêka Dr. Musa keval serokê BAN ê basê peyam û bername û pransîpên BANê kir weku bizaveke Felsefî, Hizir ku kar dike jibona avakirin û belavkirina hizra aştya navxweyî, herweha rûnahî xiste ser jêderên têgehê rewşenbîryê tak û civakî û bandoran liser aştya navxweyî û çewanya avakirina civakekî saxlem û dûr ji tundkaryekê. serokê BANê ragehand ku jiber nebûna aştya navxweyî dinêv milletê kurde bi drêjahya qunaxên dîroka wî weha kirye ku faktorên yekrêzî û qebulkirina hevdû dasta pêwîst de nebn jiber wê yekê pêdvye kar liser guhertina hin zehnyet û têgeha bihê kirin jiboy ku bibin faktorên yekrêz û tevayî û aştya navxweyî dinêv tak û tevaya tex û cunên civaka kurdstanê de.

Di piştre Dr. Cemal Surçî dibeşeka dina vê semînarê de basê felsefa ola îslamî kir, sebaret aştya navxweyî dinêv tak û civakî de û tekez liser wê yekir ku ola îslamî helgra peyama aştî û tevayî û qebul kirina hevdûye û eger ew ayet û fermanên pêxemberî (s.x) liser bin weku xwe liser aştyê bihên cîbcî kirin, li wê demê behayên mirova yê û tevayî û wekhevî û qebulkirina hevdû û yekrêzî dinêv civakî de cih digre û bo vê yekê jî hejmareke ayetên qurana pîroz û hedîsên pêxemberî (s.x) weku belgeh pêş kêş kirin. Di piştre amadebûyan çendîn pirsyar û têbînî arastekirin û ji alyê Dr. Musa Keval û Dr. Cemal Surçî ve hatin bersvdan ,her bivê helkeftê ragrya kolîja zanstên îslamî arama senterê Selahedînê Ewbî pêş kêşî Dr. Musa Keval serokê BANê kir.