şandeke Siwîdî seredana BAN ê kir

Views: 219

 di roja 11/12/2019 şandeke siwîdî, ji çend rêkxistyên taybet bi vejandina jîngehê ku pêkhatbû ji berêzan şêl Foş û Suheyle Kelhorî ji partya kirîstyana demokrata Siwîdî (KOD ê) û Goran Emîrî endam û çalakvan di van rêkxstyand e û hejmareke dina endaman seredana bizava aştya navxweyî” BAN” kir û bigermî ji alyê Dr. Musa Keval serokê BAN ê û Osman Başqalî endamê BAN ê hat pêşwazîkirin.di hevdîtnekê de serokê BAN ê keyfxweşya xwe li hember vê serdanê dyarkir û basê peyam û kar û xebata BAN ê kir, weku bizaveke hizrî, rewşenbîrî ,serbexwe ku kar dike liser avakirin û belavkirina hizra aştya navxweyî û guhertina hin têgeh û bîrubawerên tak û civakî bi awayekî ku bibin sedema bêtr belavbûna gyanê tevayî û yekrêzî û qebulkirina hevdû û dûrketn ji tev tundkarya. Ji alyê xweve şanda mêhvan peyama BAN ê weku peyameke pîroz û pir giring dazanîn û pştevanya xwe jî bo dyarkir, herweha berêz şêl Foş amaje bi kar û bernamê wan rêkxstyan da di warê vejandina jîngehê de û got” me biryar wergrtye ku pirojekê taybet bi vejandina jîngehê li parêzgeha Duhokê di pêşerojê de cîbcî bikeyn û ragehand” ew amadene bi hevre ligel bizava aştya navxweyî piroje û karên hevbeş li herêma kurdistanê encam biden.