Rêkxistya Jîngeparêza Kurdistan bihevre ligel BAN ê karên hevbeş encam dide

Views: 191

şandeke rêkxistya jîngeparêz li herêma kurdistanê ku pêkhatbû ji Hawbîr Umer û Hejîr Ibrahîm endamên desteka birêveber di roja çar şemê de 11/12/2019 seredana bizava aştya navxweyî”BAN” ê kir û begermî ji alyê Dr. Musa Keval serokê BAN ê û Hacî Hacî Biraym endamê desteka serokatyê û Osman Başqalî endamê BAN ê hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtnekê de basê kar û çalakyên wê rêkxistyê di warê jînegeparêzyê de li herêma kurdistanê û bernamê wê di pêşerojê de hat kirin, şanda mêَhvan amadeya xwe dyar kir bo encamdana kar û xebata hezbeş ligel BANê, herweha ji alyê xweve serokê BAN ê kurtyek sebaret peyam û bername û xebata bizava aştya navxweyî arastekr û tekez liser girîngya rola rêkxstyên sivîl bi awayekê giştî û rêkxstya jîngeparêza kurdistanê bitaybet kir û got” parastina jîngehê beşeke girînge ji parastina tendrustya civakî ,ban û rêkxistya jîngeh parêz karên wan hevdû temam diken jiber ku herdû kar bo parastn û avakirina civakeke tendrust diken, yek di warê hizrî de û ya din di warê jîngeh parêzyê de.