şandeke BAN ê seredana Senterê Dîrasat û Lêkolîn û Ekadîma Partî kir

Views: 197

 lro sê şemê 10/12/2019 şandeke Bizava Aştya Navxweyî”BAN” ku pêkhatbû ji Dr. Musa Keval serokê BAN ê û Hacî Hacî Biraym endamê desteya serokatyê û Dr. şewnm Yehya û Dr.Senger Mihemed Caf û Dr. şêrwan Xisro Selîm û Koçer Sedîq û Osman Başqalî endamên BAN ê seredana Senterê Dîrasat û Lêkolîn û Ekadîma Partya Dîmukrata Kurdistanê li Hewlêrê kir û bi germî ji alyê xatûn çinar Seid Ebdulla berprsa senterî û hevalên sernterî hat pêşwazîkirin. Di hevdîtnekê de serokê BAN ê basê peyam û xebat û bernama bizava aştya navxweyî ji bona avakirin û belavkirina hizra aştya navxweyî di nêv civaka kurdistanê de kir, ji alyê xweve berpirsa sentera dîrasat û lêkolînên partî bi kurtasî basê kar û bernama senterê xwe kir û ragehand ku kar û xebat ban û senterê wa lihev nêzîke û di xalekê de hevdigre, ew jî karkirine liser hizr û warê rewşenbîrî û belavkirina têgehên hevçerx, bi awayekî ku xizmeta cun û taxên civaka kurdistanê bike, di dawyê de û piştî gutubêjeke berfreh herdû alya tekez liser encamdana karê hebeş di warê rêkxista xul û kor û semînaran de.