Bîrmendê mezinê turk dostê dêrînê gelê kurdistanê serdna banê kir

Views: 186

 îro roja sê şemê rêkeftî 3/12/2019 bîrmendê mezinê turk û dostê dêrînê gelê kurdistanê birêz lsmaîl Bêşkçî serdana bizava aştya navxweyî” ban” kir û bigermî ji alê Dr. Musa Keval serokê banê û Hacî Hacî Biraym û Mamosta Ebdulwahd Mihemed endamên desteya serokatî û hejmarek ji endamên banê hat pêşwazî kirin.

 Di hevdîtnekê de serokê banê liser navê xwe û tev endamên banê xêrhatneke germ li birêz Bêşkçî kir û ev serdan bi piştevanyeke mezin bo banê û bizava aştyê li kurdistanê dazanîn,herweha ji alyê amadebuyan ve basê peyam û bernama banê û grîngya aştya navxwe bo kurdistanê hat kirin û çendîn pirsyar û têbînî arastey birêz bîrmend lsmaîl Bêşkçî kirin. wî jî ji alyê xweve keyfxweşya xwe bivê serdanê nîşada, herweha bersiva pirsyar û têbnyên endamên banê da û amadeya xwe dyarkir ku dîdareke hizr vekrî taybet ligel endamên banê lidar bxe,Bêşkçî peyama banê bi peyameke pîroz wesf kir û eu yek jî qebul kir ku bibe endamê fexryê bane, her bivê helkeftê serokê banê arama bizava aştya navxweyî weku rêzgirtin û xelat pêş kêşî bîrmendê mezinê turk dostê gelê kurdistanê Ismaîl Bêşkçî kir.