şandeke HDP ê serdana BAN ê kir

Views: 263

Iro roja sê şemê 26/11/2019 şandeke parta dîmukrata gelan HDP li bakûrê kurdistanê ji nuneratya herêma kurdistanê ku ji birêzan Abd Ike û Muzeyen Guneş hevnunerên wê partyê serdana Bizava Aştya Navxweyî”BAN” kir û bigermî ji alê Dr. Musa Keval serokê BANê û Hacî Hacî biraym û Ebdulwahd Mihemed û Arf Remezan û Beyan Nayf endamên desteya serokatyê û mamosta Celal Xeylanî endamê desteya gştî û jmarek j endamên BANê Mhemed Hemo û Mehmud eîwb û Hesen qasm û Osman Başqalî û Babê şyar û Deyka şyar hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de serokê BANê bixêrhatna şanda HDP ê kir û keyfxweşya xwe jî dyar kir lihember vê serdanê û tekez liser peyama BANê kir ku peyama aştî û bihevrejyan û lêburîn û yekrêzya kurdane. Ji alyê xweve hevnunerên HDPê li herêma kurdistanê şadbûna xwe bivê hevdîtinê dyarkir û piştevanya peyamê BANê kir û raghand ku rolê rêkxstyên sivîl bigştî û bizava aştya navxweyî bitaybetî di xizmetkirina civaka kurdistanê de pir girînge. herweha her divê hevdîtinê de dawbuyerên navçeyê bigştî û kurdistanê bitaybetî û girîngya yekrêzya gelê kurd û hebûna sitratîjyeka neteweyî û nîştîmanî bo tev parçeyên kurdistan hat bas kirin. amadebuyan nêrîn xwe liser vê mijarê arastekirin û gengeşeyeke berfreh liser hat kirin û yekdengî û yekrêzya gelê kurd divê qunaxê de bi pêwîstyeka pir girînga neteweyî dazanîn.