şandeke BAN ê seredana Yekêtya Perlemantarên Kurdistanê kir

Views: 211

 Iro roja yek şemî 27/10/2019 şande bizava aştya navxweyî” ban” ku pêkhatbu ji Dr. Mmusa keval serokê BAN ê û Hacî Hacî Biraym û Nnî’met Ebdulla endamên desteya serokayetyê û  Osman Başqalî endamê BAN ê serdana baregahê yekêtya perlemantarên kurdistanî li bajarê Hewlêrê kir. şanda BAN ê ji alyê kerîm Behrî cêgrî serokê yekêta perlemantaran û jimareyeke perlemantaran hat pêşwazîkirin. Di hevdîtnekê de basê dawî buyerên navçeyê bigştî û rojavayê kurdistanê bitaybetî kir. herweha encamdana çend kar û çalakyên hevbeş di nêvbera bizava aştya navxweyî û yekêtya perlemantarên kurdistanê de sebaret rewşa kurdistanî bigştî û rojavayê kurdistanê bitaybetî bi armanca bêtr tekez kirinê liser gyanê tevayî û yekrêzî û aştya navxwey ya gelê kurdistanê tewereka dina vê hevdîtnê bu.