NEWDEM: Efsaneka nûye kur û keçên me çêkiriye, li Kobanê destpêkiriye

Views: 270

Gelê Kurd, bi saya berxedana qehremaniya kur û keçên xwe û dostên gelê me, li dijî Deash û komên dij-mirovî, rêz, hurmet û piştgiriya gerdûnî werdigirtiye, ew dikare di dîrokê de wek bûyerek bêhempa were hesibandin. vêca ew mîna Newrozê dibe efsanek damezrîner, lê hemo rastîye, li Kobanê destpêkiriye, di paşerojê de, dibe mîratekî tarixî, bo nifşên nû dimîne û bi sedan salan didomîne.

Tirkiye, hemo hêza xwe bikar tîne da ku Rojava hilweşîne û vê efasana mazin ji nav bîranîna hevbeş hilîne, jibo vê armancê keç û xûrtên me yên ev efsane çêkirine wek terorîst dihesibîne.

Ez hêvî ji hemû hêzên siyasî, li hemû parçeyên Kurdistanê dikim ku li dijî vê projê Tirkiyê bibin yek deng û yek seng, lewra serkeftina wî di pasherojê de, dê bîte metirsyek mazin li ser hebûna gelê Kurdistanê û hemo hêzên wi yên siyasî.

Tirkiye hind partiyên kurdistanî bi terorist tawanbar diket, fere ku hemo partiyên kurdistanê, çed nakûkiyên navxweyî hebin jî, vê tawanbarkirina Tirkiye redbikin .

Herwesan, fere ku hemo partiyên siyasî, rewşenbîr û medyaya Kurdistanî, tawanbarkirin û diayeta Dewleta Tirkiye ya dibêje ku hind partiyên Kurdî teroristin, dubare nekin lê tawanbar bikin.