şandeke NY seredana BAN ê kir

Views: 261

Di roja dû şemê de 21/10/2019 şandeke NY li Herêma kurdistanê ku pêkhatbû ji herdû şêwermendên syasî birêz Franss Rîvalton Lanaw û birêz şêzrzad Cewher Xedir,  seredana Bizava Aştya Navxweyî “BAN” kir û bigermî ji alyê  Dr. Musa Keval serokê BAN ê  hat pêşwazî kirin. Di hevdîtnekê de ku Osman Başqalî endamê BAN ê   amade bu,basê dawî buyerên deverê bigştî û rojavayê kurdistanê û hatina awareyan bo herêma kurdistanê kir. herweha şanda NY ê vê bare de çendîn pirsyar arastey serokê BAN ê   kirin sebaret dawî rewşa navçeyê û guhertinên dihên çaverê kirin û birêzî bi berfrehî berisva wanda û ragehand pêdvye civaka nîvdewletî rolê xwe bileyze sebaret vê rewşa ku niha li Surya bigştî û rojavayê kurdistanê bitaybetî heye û rê li hember her karesateka mirovî bigre ku bi sedema îrşên turkya û girupên alîkarên wê bo ser rojavayê kurdistanê çê bibe. herweha basê xebat û peyam û pirensîp û bernamê BAN ê  jî hat kirin weku Bizaveke Hizrî ,Felsefî, serbexwe ku kar dike jibona avakirin û belavkirina hizra aştî navxweyî di nêv civaka kurdistanê de.