Xebat û çalakyên banê li Duhok û Zaxo di rojên 5-6-7 /10/2019 de

Views: 243

 Di roja 5/10/2019 de civata aştya navxweyî”can li Zaxo semînarek bo Dr. Musa Keval serokê bizava aştya navxweyî”ban” lidar xist û têde nizî şêst kesayetî ji rewşenbîr û çalakvan û hunermend û Yusf şêrwanî endamî ban amadebûn, mijara semînarê taybet bu bi felsefe û hizra aştya navxweyî bo pêkevejyanê li kurdistanê û rola bizava aştya navxwe divî warîde.

her ji di rêjahya xebat û çalakyên banê li Zaxo,serokê banê civînek ligel serok û desteya kargêrya cana Zaxo lidar xist ku ji alyê mamosta Yusf Tewfîq serokê cana zaxo û Dilxwaz endamê canê û berprsê senterê şuwaran hatbû rêkxistin û têde biryar hat wergritin ku cana zaxo bêtir ektîv bibe û çend lîjne û komîteyên taybet bo encamdana kar û çalakyan  bihên avakirin bimerema bêtir gehandna peyam û pirensîp û armancên banê bi tev cun û texên civaka kurdistanê re.‌

 herweha her li parêzgeha Duhokê di roja 6/10/2019 de şanda banê ligel serokê cana zaxo û berprsê senterê şunwara, seredana baregahê yekêtya Afretên kurdistanê li zaxo kir û ji alyê Fatmexan berprsa afretan hat pêşwazîkirin û di hevdîtnekê de basê pêwîstya aştya navxwe di nêv civaka kurdistanê de hat kirin û rola jinan di vî warî de bitaybetî daykan bo perwerdekirina zaroyan bi têgeh û bîrubawerên aştyane bi girîng zanî.herweha biryar hat wergrtin ku cana zaxo û yekêtya Afreta bihevre xebat û çalakyan biken weku lidar xistina civîn û semînaran liser vê mijarê.

 her di roja 6ê çirya yekê de şanda banê ku pêkhatbu ji serokê banê û serokê cana zaxo û çend endamên banê seredana kesatya civakî yê bernyas lsmet Dîno kir, navbrî kesatyeka Eşîra Sindye û lidevera zaxo  ligel herdû berêz şivan şêxo û şivan Sindî endamê banê roleke girîng lezîye di ḉareserkirina arîşeyeke civakî didema derbas buyî de, ku têda dû kes hatibun kuştin û dûyên din jî birîndarbibun û karî bun didemeke kurt de herdû alyên arîşê lihev biken û di yek mizgeft de  behya xwe bidawî bînin.

her li zaxo û di heman rojê de, şanda banê seredana kesatya bernyasê deverê û pêşmergehê qehreman Reşîd Sindî kir û pîrozbayî û dest xweşî lê kirin ji ber rola di çareserkirina arîşeke civakî de li zaxo.

her di roja 7/10/2019 de Dr. Musa Keval serokê banê ligel endamên civata aştya navxweyî”can” li Duhokê civya. Di cvînê de Dr. Reşîd Findî serokê cana Duhokê û Yusf şêrwanî endamê banê û jimareyek ji endamên cana duhokê amadebûn ,tekez liser bêtr xortkirina wê hat kirin, herweha biryar hat wergrtin ku diroja 14/10/2019 de civîneke berfreh û giştî bo tev endamên cana duhokê bihê lidar xist û têde eger bi pêwîst hat dîtn guhertn bihên kirin û çend komîteyek bo cêbecêna bername û peyamê banê û bêtir gehandna  wan bi texên civakî re bihên avakirin.