Behînama koça Pirofesor Mustefa Izedin Resûl

Views: 235

Me bi  xemgîniyek mazin bihîst ku xudê jêrazî pirofesor Izedîn  Mustefa Resûl koça dawî kir. Em ji dil sersaxiyê  li  malbat, li rêzdar Faroqê Mela Mustefa  û li kesukarên  wî, dikin. Dr Izedîn  Mustefa Resûl jiyana xwe bo zanistiyê terxan kiribû,  cavkaniyek zanyarî bû di warê kurdolojî de, bi dehan pirtûk, bi sedan gotarên ekademî  belavkirîne. Wefata xudê jêrazî, xusaretek mazin e bo gelê Kurdistanê, cihê wî behesht bît,

Bizava Ashtiya Navxweyî-BAN  bi taybetî xemgîne  bi wefata  vi kesatiyê mazin ku   edamekî damezirînerê manawî bû, lewma berî damazirandina BAN me çendcaran shîret û ditinên wî jî wergirtibûn, her wesan di dema  damezirandina BAN li Suleymaniyê me carek din seradan wî kir û pê  shêwirîn. Dr Izedîn Mustefan her  digote me:( ez  digel we me û ji dilucan pishgiriya BAN dikim, ev bizave zeroriye bo pasheroja  gelê Kurdistanê, lê mixabin jiber tenduristiya xwe  nikarim beshdarî çalakiyên wê bibim).

                                                                     Dr. Musa  KAVAL

                                                       Serokê Bizava Ashtîya Navxweyî-BAN

                                                                    Hewlêr li 04.10.2019