Desteya Serokatya BAN ê Civînê xeya Dewrî lidarxist

Views: 244



Li roja dû şemê rêkeftî 30î meha îlunê ,li baregahê nuyê BAN ê li taxê Efseran li Hewlêrê, desteya serokayetya bizava aştya navxweyî”ban” bi amadebûna Dr. Musa Keval serokê ban û piranya endamên desteyê, civîna xweya dewrî lidar xist. destpêkê karnama civînê hat xandin ku taybet bu bi helsengandna kar û xebata ban ê di dema derbas buy de û danana bernamekê poxt û berfreh bo pêşeroj û dahatî bi armanca bêtir gehandna peyam û armanc û binemayên ban ê bi tev tex û cunên civaka kurdistanê re. piştî gotubêjeka berfreh hejmareke biryaran ji alyê amadebuyan ve sebaret bernamê ban ê di pêşerojê de û çewanya cîbckirina wî hatin wergirtin.