şandeke BANê serdana partya (YNDK ) kir

Views: 265

Di roja dû şemê de rêkeftî 25/3/2019 û bi merema arastekirina pîrozbahyan bihelkefta avakirinê, şandeke bizava aştya navxweyî”BAN” bi serokatya Dr. Musa Keval serokê BAN û Hacî Hacî Biraym endamê desteya serokatyê û Osman Başqalî endamê BANê serdana baregahê Yekêtya Neteweya Dîmukrata Kurdstanê (YNDK ) kir

û bigermî ji alyê berêz Xefur Mexmurî sekretêrê giştyê partyê û hejmarek ji endamên serkrdatyê hat pêşwazî kirin. 
Di hevdîtnekê de ku berêzan Emîrî Qazî serokê parta serbexwya kurdistanê û Goran Emîrî endamê serkrdatya wê partê û Cemal Pûr Kerîm serokê tevgera serbexwyîxwazên kurdistanê amadebûn û bi merema pîrozbahyê hatbûn, Dr. Musa Keval serokê BANê liser navê xwe û desteya serokatyê û tev endamên BANê pîrozbahyên gerim arastey sekretêrê giştyê (YNDK ) û serkrdatî û tev kadiro û endamên wê partyê kirin bihelkefta avakirinê û cejna Newrozê û sersala nuya kurdî û hîvya serkeftnê bo xwast. 
Ji alyê xweve sekretêrê giştyê (YNDK ) sipasî şanda BANê kir û keyf xweşya xwe jî bo vê serdanê derbirî, herweha peyam û kar û xebata BANê bi girîng nirxandn û hîvî xwestin ku peyama aştîxwazya BANê bibe rêbaz û rêçka çareserya tev pirsgirêkan li kurdistanê.