Şandeke BAN ê beşdarî di konfransek e taybet bi aştyê li kerkûkê kir

Views: 305

îro sê şemê 29/1/2019 şandeke Bizava Aştya Navxweyî “BAN” ku pêkhatbû ji berêzan Dr. Musa keval serokê BAN ê û Hacî Hacî Braym û Mamosta Ebdulwahd endamên desteya serokatyê û Dr. Umer Ince serokê Civata Aştyê

“CAN” li kerkûkê û hejmarek ji endamên cana kerkûkê beşdarî di konfransa hizrî de li bajarê kerkûkê kir ku libin navê ” zanayên olî û zelamî asayşê di yek sengerî dane bo rêgiritin ji tundkarî û terorê” ku ji alyê korbenda Cîhanî bo ji hevnêzîk kirina Islamê hatbû rêkxistin û bizava aştya navxweyî” ban” jî daxwaz kirbû.
Di konfransê de Dr. Musa keval serokê ban peyvek pêş kêş kir û têde basê armanc û bernamê banê kir bo nifşê nû û nêrîna ban jî bo aştya navxweyî û pêkvejyana pêkhateyên kerkûkê zelal kir.herweha raghand aştî tenê bi gotin û axftin nahê hole, pêwîste aştî dinêv hizr û bîr û barweran de cî bigre, jiber ku piştî çend lêkolînên hur bo me xuya bû ku her ji serdema Surmerya û tanihu devera rojhelata navîn ti car bo dema pêncî sala jî bi aştî û aramî nejyaye, her tim di şer û alozyan de buye.
serokê banê ew yek jî xuyakir ku serbarî wê yekê livê deverê bi sedan zana û feylesuf û hizrmendên û olên mezin û cuda serheldayne û destkeftên zanstyên mezin jî bo mirovatyê bidest xistîne, lê ev hemû nebuyne sedema berpabûna aştya her timî di deverê de jiber wê yekê em weku bizava aştya navxweyî ku bizaveke hizrî felsefî serbexwye hizr ji wê yekê dikîn, çewa aştî lideverê berpa bibe û ban hatye avakirin jiboy çareserkirina wan arîşe û pirsgrêkên hizrî û zehnî û çend lêkolînên felsefî û babetî jî liser van arîşan encam dayne.
serokê banê got” armanca me ewe ku nifşekê nu di pêşerojê de dirust bibe û gelek bi zehmet şerê hevdû bikin û gelek bi hêsanî ligel yek hev biken, cê daxê ye berî hezar sala û tanihu ev zehnîyete her hebûye ku gelek bi hêsanî şerê hevdû dikin û gelek bi zehmet lihev diken.