Komîta Piroja Pêşnyaza Aştyê li Rojavayê Kurdistanê Civya

Views: 282

Her wek di civîna desteya serokatya Bizava Aştya Navxweyî de”BAN” biryar liser hatye wergirtin, jiboy berdewamîdanê bi pirojê pêşnyaza aştya û pêkhatina syasî li rojavayê kurdistanê û diçarçoveya berdewamya kar û xebata komîtê de. îro roja şemî 1/6/2019 li baregahê BAN ê li Hewlêrê,

komîta piroja pênşyaza aştî û pêkhatina syasî li rojavayê kurdistanê civîna xwe lidar xist.
didestpêkê de Dr. Musa Keval serokê ban ê bi kurtasî basê kar û xebata komîtê didema derbas buyî de kir û di piştre karnama civînê pêş kêş kir û piştî danustaneke fireh, cîvnê çend biryar wergirtin sebaret çewanya bêtr berçavkirina naveroka pirojê aştî û pêkhatina syasî ku jialyê serokê ban ê ve hatye amadekirin, mîna lidar xistina kor û civîn û semînar û konfransa bo kurdên rojavayê kurdistanê, liser herdû astên hemwelatîyan û syasî.