Ji bona aştîyê BAN û Yekêtya Perlemantarên Kurdistanê tekez li ser karê hevbeş dikin

Views: 255

lro çar şem rêkeftî 19/6/2019 şandekî Bizavî Aştîya Naxweyî”BAN” bi serokatya Dr. Musa Keval serokê ban û endamtya Mamosta Ebdulwahd û Nî’met Ebdulla û Arf Remezn endamên desteya serokatyê û Dr. Ehmed Mîrza û Mihemed Hemo û Osman Başqalî endamên ban ê, bi merema arastekirina pîrozbahyan, seredana Yekêtya Perlemantarên Kurdistanê kir û bi germî ji alyê Kerîm Behrî cêgrê serokê yekêtîyê û hejmarem ji perlemantaran hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtnekê de serokê ban ê li ser navxwe û tev endamên banê germtirîn pîrozbahî arastey serok û cêgr û tev perlemantarên kurdistanê kir bi helkefta lidarxistina kongreya xwe û helbjartina desteya serokatîya nu.
herweha şanda banê basê bername û peyam û xebata wê ji bona avakirin û belavkirina hizra aştîya navxweyî û rola yekêtya perlemantarên kurdistanê jî di vî warî de, bi girîng dazanîn. Ji alyê xweve cêgrê serokê yekêtya perlemantarên kurdistanê keyfxweşya xwe derbrî li hember vê serdanê û piştevanya yekêtya perlemantarên kurdistanê jî bo peyama banê nîşada û amadeya yekêtya perlemintaran dîyarkr bo bêtr alîkarî û hemahengyê di nêvbera ban û yekêtya perlemantarên kurdistanê de ji bona avakirin û belavkirina hizr û zehnîyeta aştîya navxweyî di nêv tex û cunên cvaka kurdistanê de.